ŞANLIURFA
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî diyar kir ku ji bo penaberên ji Sûriyeyê xebatên alîkariyê yên dema navberî û dema dirêj dan destpêkirin.
Qaymeqam Abdullah Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku qasî 200 hezar kes ji ber şerê ku li Kobanêyê di navbera komên kurdan û DÎŞIyê de dewam dike revîn û xwe parastin Tirkiyeyê.
Abdullah Çîftçî destnîşan kir ku nîvê penaberan li bajarên cuda li cem eqrebeyên xwe dimînin û niha li navçeyê 80 hezar penaberên ji Sûriyeyê hene.
Çîftçî diyar kir ku bi piştgiriya saziyên alîkariyê yên wek Qizilayê û Serokatiya Rêveberiya Rewşa Ecil û Afatê ya Serokwezîriyê ve pêla koçê nebû qirîz û hat çareserkirin.
Qaymeqam Çîftçî got ku bi taybetî jî penaberên ku li herêmên gundewarî hatine bicîkirin bi tenê nahêlin û wiha axivî: "Ji destpêka bûyeran vir de her penaber herî kêm 3 caran hat ziyaretkirin û amûrên alîkariyê bi wan re hat gihandin. Di dema kurt de çi hewce bike me ji wan re kir. Me ji bo penaberan xebatên alîkariyê yên dema navberî û dema dirêj dan destpêkirin."
Çîftçî diyar kir ku qampa ji bo 30 hezar kesî, yê hetanî serê salê bê temamkirin.
Abdullah Çîftçî eşkere kir ku amûrên alîkariyê yên ku ji saziyên neteweyî û navneteweyî tên bi destê navenda kordînasyonê belav dikin û ji ber ku zivistan tê jî ji penaberan re sobe hewce dikin.