HEWLÊR
Li hember hêzên pêşmergeyan û hêzên artêşa Iraqê ya ku welatên koalîsyonê piştgiriyê didê, herêmên ku di destê DÎŞIya rêxistina terorê de ne ji destê wan derdikevin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî û rayedarên leşkerî hatin bidestxistin, piştî êrîşên ji hewayê yên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de, piştgiriya îstixbaratê û arîkariya çekan û perwerdeya leşkerî rewşa şerê li Iraqê di lehê hêzên artêşê de guherî.
- Pêşdeçûna DÎŞI hat rawestandin
DÎŞIyê piştî ku di 10ê hezîranê de bajarê herî mezin ê welêt Mûsilê bi dest xist, berê berê pêş de çû. DÎŞI li navçeya Mexmûrê ya ku 45 kîlometro dûrî Hewlêrê ye dan seknandin. Balafirên şer ên DYAyê di 9ê tebaxê de li Mexmûrê milîtanên DÎŞIyê bombebaran kirin û milîtanên DÎŞIyê cara ewil mecbûr man ku paş de vekişin.
DÎŞI piştî êrîşên hewayê yên welatên koalîsyonê ji pozîsyona êrîşê derbasî pozîsyona xweparastinê bû. Piştî wê demê artêşa Iraqê û hêzên çekdar ên kurdan pêşmerge li hember DÎŞIyê bi ser dikevin.
- Herêmên di destê rêxistinê de
Hê jî Mûsila duyemîn bajarê herî mezin ê welêt û Telafera navçeya herî mezin a welêt û bajarên wekî Telafer, Tîkrît û Hît di kontrola DÎŞIyê de ne. Lê belê ji ber xetereya balafirên şer rêxistin zêde nikare ku çalak be. Rêxistin ji bo ku van herêmên ji destê wê dernekevin milîtanên xwe li navendên bajêran bi cî dike. Rêxistin hewl dide ku bi vî awayî xwe ji êrîşên hewayî biparêze.
- Pêşmergeyan bakurê Mûsilê sitand
DÎŞI li Iraqê paş ve dikişe û hêzên pêşmergeyan Mexmûra navçeya Mûsilê, bajarokên Zûmar, Rebîa û Guverê û Çiyayê Şengalê û Bendava Mûsilê bi dest xistin. Bi vî awayî bakurê Mûsilê bi temamî ket bin kontrola pêşmergeyan.
Li eyaleta Enbarê ya ku DÎŞI lê aktîf e, bajarên Hît û Fellûceyê di destê rêxistinê de ne. Lê belê hêzên artêşê li Enbarê di serî de Ramadî gelek bajarok û gund bi dest xistin. Ji bo ku li Hît û Fellûceyê rêxistinê têk bibin, xebatên li herêmê berdewam dikin.
- Li Beyciyê kontrol bi dest xistin
Li wîlayeta Selahaddînê jî bajarê Beyciyê ya li bakur û Rafîneriya Beyciyê ji DÎŞIyê paş ve sitandin. Piştî ku li Beyciyê kontrol bi dest xistin, hêzên artêşê ji başûr û bakur Tikrîta bajarê herî mezin ê Selahaddînê dorpêç kirin. Amadehiyên ji bo xilaskirina Tikrîtê yên li herêmê berdewam dikin. Pêşmerge û artêşa Iraqê li bajaroka Amîrliyê jî dorpêçkirina DÎŞIyê ya bi qasî 2 mehan dom kir rakirin. Bajaroka Silêmanbegê ya li bakurê Amîrliyê jî hat xilaskirin.
- Piraniya Diyalayê di bin kontrola artêşê de ye
Hêzên koalîsyonê heta niha kozikên DÎŞIyê yên li Diyalaya nêzî sînorê Îranê bombebaran nekirin. Lê belê hêzên artêşê li navçeya El Ezîmê ya li bakurê Diyalayê û bajaroka Delûiyeyê ya li başûr xilas kirin. Li vê herêmê tenê Celawle û Seîdiye di destê DÎŞIyê de man.
- Li Kerkûkê operasyon berdewam dikin
Piştî ku artêşa Iraqê paş de vekişiya pêşmergeyan di 12ê hezîranê de kontrola Kerkûkê bi dest xist. Hawîce û Riyada bajarokên Kerkûkê di destê DÎŞIyê de ne. Hêzên pêşmergeyan û hêzên artêşê ji bo ku her du bajarokan xilas bikin û hawirdora Kerkûkê bi temamî ji milîtanên DÎŞIyê paqij bikin, operasyon dikin.
- Yawer: "Me bi piştgiriya welatên dost dest bi êrîşê kir"
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebbar Yawer daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Hêzên koalîsyonê ji aliyekî ve êrîşî kozik û hedefên DÎŞIyê dike û wan ji holê radike, ji aliyê din ve perwerdeya leşkerî dide pêşmergeyan. Arîkariyên çekan jî berdewam dikin. Me bi arîkariya welatên dost li dijî DÎŞIyê dest bi teerûzê kir. Me kontrola gelek herêman bi dest xist. Operasyonên me yên ji bo xilaskirina herêmên mayî jî berdewam dikin."
- Zeîm Elî: "Piştgiriya hêzên koalîsyonê berbiçav e"
Fermandarê Pêşmergeyan a Eniya Rojhilatê Dîcleyê Zeîm Elî jî got "Me piraniya kontrola bakurê Mûsilê bi dest xist. Berê ev herêm û sînorê Iraq û Sûriyeyê di destê DÎŞIyê de bû. Pêşmergeyan 3 bajarok, 75 gund û gelek cih bi dest xistin. Pêşdeçûna me berdewam dike. Di van operasyonan de piştgiriya hêzên koalîsyonê berbiçav e."
- Plana azadkirina Mûsilê
Ji aliyê din ve hikûmeta Iraqê "Plana Azadkirina Mûsilê" amade dike. Armanca wan ew e ku bi yekîneyên artêşê yên ku ji pêşmerge, leşkerên Iraqê û milîsên şiî pêk tên, Mûsilê xilas bikin. Şêwirmendên leşkerî yên biyanî ji bo vê yekê li baregahên ku li hawirdora Mûsilê ne û li cihên veşartî perwerdeyê didin yekîneyên leşkerî. Wezîrê Parastina Iraq Xalid Ûbeydî hefteya borî hatibû Hewlêrê û xwestibû ku pêşmerge jî tevî planê bibin.