Abdullah Tel
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres di civîna çapemeniyê ya rojane da bang kir ku li Zimbabweyê tevgerên bi xwînsarî pêk bên û ji tundiyê dûr bê sekinanîn.
Guterres destnîşan kir ku cihêtiyên siyasî yên li welêt di çarçoveya makezagona Zîmbabvewê da divê bi rêyên aştiyane û guftûgoyê bên helkirin.
Artêşa Zîmbabweyê duh êvarê ket paytext û dest danî ser televizyona dewletê, nêzî ber destê sibehê jî bi danezaneke di televizyonê da, da xwendin ragihand ku mudaxaleya wan "derbe" nîne.
Piştî mudaxaleya eskerî artêşê diyar kir ku Serokê Dewletê Robert Mugabe û xanima wî Grace Mugabe binçavkirî ne lê hin îdiayên ku dibêjin Grace Mugabe welêt terk kiriye jî hene.