Dinya

Ji Mîsyona Piştgiriya Lîbyayê ya NYê bo aktîvîstê li Bîngaziyê girtî ye şermezarî

Abdullah Tel  | 19.06.2020 - Rojanekırın : 19.06.2020
Ji Mîsyona Piştgiriya Lîbyayê ya NYê bo aktîvîstê li Bîngaziyê girtî ye şermezarî

Istanbul

 Mîsyona Piştgiriya Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber ku aktîvîstê sivîl Xalid es-Sekranê li bajarê Bîngaziya di destê milîsên Xelîfer Hefter da ye û ev hefteyeke girtî ye, şermezar kir.

Mîsyona Piştgiriya Lîbyayê ya NYê ji ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku Sekranê aktîvîstê sivîl ji bo kar û xebatên aştiyê li herêmê bû ev hefteyek e li Bîngaziyê girtîye û ew ji vê yekê aciz bûn.

Xalid es-Sekran û gelek aktîvîstên ku dixwazin şerê li welêt biqede li rojhilatê welêt çalakiya "Hewla Aştiyê" dan destpêkirin û ew jî ji pêşîkêşên wan aktîvîstan yek e. Sekran di meha sibata borî da ji ber daxwaza xwe ya aştiyê hatibû binçavkirin û piştî demeke kurt hatibû berdan.

Hêzên girêdayî Hefter piraniya bajarê Bîngaziyê û gelek bajarên li rojhilatê welêt hildane bin kontrola xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.