Ji Lulayê lîderê Brezîlyayê li dijî Îsraîlê bertek: "Ev, êrîşeke bi rûreşî û tirsonekî ye"
"(Dayika Filistînî ya di êrîşa Îsraîlê da 9 zarokên wê hatin kuştin) Ev, êrîşeke bi rûreşî û tirsonekî ye"

Bolivar
Luiz Inacio Lula da Silvayê Serokê Dewleta Brezîlyayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî doktora jin a Filistînî ya di êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ya dijî Xezeyê da ji 10 zarokên wê 9 hatin kuştin, parve kir û bertek nîşanî Îsraîlê da.
Lula di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê da bal kişand ser Alaa Al-Neccara doktora jin a Filistînî ya di êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ya dijî Xezeyê da ji 10 zarokên wê 9 hatin kuştin.
Lula wiha got, "Ev, êrîşeke bi rûreşî û tirsonekî ye. Di encama êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ya dijî Xezeyê da doktor Alaa Al-Neccarê karibû bi tenê zarokekî xwe û hevserê xwe li jiyanê bihêle, rewşa wan jî krîtîk e. Ev bûyer wê yekê bi hemû hêlan va derdixe holê ku şerê ku dewleteke çekdar li dijî sivîlên bêpişt dimeşîne, çiqas zalimane û dûrî mirovahiyê ye."
Lula bal kişand ku li Xezeyê her roj jin û zarok tên kuştin û bal kişand ku çalakiyên Îsraîlê êdî sînorê "berevaniya rewa" û "têkoşîna dijî terorê" derbas kir.
Lula destnîşan kir ku Îsraîl li Xezeyê li pey hesabên cuda ye û wiha dewam kir:
"Êdî mijar ne mafê xweparastinê ye ne têkoşîna dijî terorê ye û ne jî hewla xilaskirina dîlên di destê Hemasê da ye. Îro tişta em li Xezeyê dibin şahid, tolhildanek e. Takearmanca qonaxa heyî ya vê jenosîdê ew e ku gelê Filistînê ji şertên sereke yên jiyanê bê mehrûmkirin û ji xaka xwe ya rewa bê derxistin."