Ji Kampa Holê ya li Sûriyeyê 22 hezar kes neqlî Iraqê kirin
Amman
Iraqê daxuyand, wan ji Kampa Holê ya ku li Hesekêya wilayeta Sûriyeyê ye û hat girtin, 22 hezar kes qebûlî welatê xwe kirin.
Seîd el-Ceyyaşiyê ku di Misteşariya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê da Şêwirmendê Karên Stratejîk e, ji INAya ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê ra axivî û diyar kir ku Kampa Holê bi temamî hat valakirin.
Ceyyaşî diyar kir, ji kampê 22 hezar kesên ku ji 5 hezar û 600î zêdetir malbatan pêk tên, wekî 32 qefle neqlî Iraqê kirin. Piraniya texliyekirinê kuta bû, tenê qefleyeke dawî maye.
Ceyyaşî destnîşan kir, di pêvajoyê da çar komên teknîkî cih girtin û ji bo parastina zarokan, kar û barên hiqûqî û di qada rehabîlîtekirinê da xebitîn, her wiha Konseya Darazê ya Payebilind a Iraqê û wezaretên têkildar pêşengiya pêvajoyê kirin
Rayedarê Wezareta Karên Derva ya Sûriyeyê Fadî el-Qasim jî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku li kampê kes nema û hemû hatin texliyekirin.
- Kampa Holê
Kampa Holê ji bo kesên ku ji ber pevçûnên bi dagirkirina Iraqê ya Amerîkayê ya di sala 2003an da dest pê kirin reviyan hatiye avakirin, li bajarê Hesekê ya li rojhilatê Sûriyeyê ye.
YPGya rêxistina terorê digel sivîlên ku ji ber pevçûnên bi DEAŞê ra revîne, hin endamên DEAŞê yên ku teslîm bûne û malbatên wan jî di vê kampê da digirt.
YPG ji bo ku ji aliyê dewletên biyanî va mixatab were hildan, salên dûr û dirêj ev kamp wekî navgîna dîplomasiyê bi kar anîbû.
