Ji Fîloya Sumudê ya Kurewî 3 belemên din jî ji Tûnisê ber bi Xezeyê bi rê ketin
Ji benderên Tûnisê ji 13ê Îlonê û vir va 25 belem ber bi Xezeyê bi rê ketin

Tunis
Birêketina belemên Fîloya Sumudê ya Kurewî ya ku ji bo têkşikandina dorpêça Îsraîlê û birina alîkariya mirovî berê xwe daye Xezeyê, berdewam e.
Ji Fîloya Sumudê ya Kurewî 3 belemên din jî îro ber bi Xezeyê bi rê ketin.
Ji Konvoya Mexrîb Sumudê 3 belem ji Bendera Sîdî Bûseîdê ya Tûnisê ber bi Xezeyê bi rê ketin.
Armanc ew e ku Fîloya Sumudê ya Kurewî di nava 2 hefteyan da tevî alîkariyan bigihîje Xezeyê
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) September 16, 2025
Huseyîn Durmazê Kordînatorê Delegasyona Tirkiyeyê ya Fîloya Sumudê ya Kurewî diyar kir ku keştiyên fîloya ku ji bo têkşikandina dorpêça li ser Xezeyê bi rê ketine, dê di nava 1-2 rojan… pic.twitter.com/cfGiyB3xvT
Di parvekirina li ser hesabê medyaya civakî yê Konvoya Mexrîb Sumudê da hat diyarkirin ku di nava rojê da birêketina belemên fîloyê ya ber bi Xezeyê dê bidome.
Duh jî 11 belem ji Tûnisê ber bi Xezeyê bi rê ketibûn. Belemên îro jî di nav da ji 13ê Îlonê vir va hejmara belemên ji Tûnisê ber bi Xezeyê bi rê ketin, derket 25an.
Belemên ji paytext Tûnisê bi rê dikevin, li peravên Tûnisê dê tevlî belemên ji Bendera Bînzertê tên bibin û dê berê xwe bidin Xezeyê.
Fîloya ku Tirk jî di nav da ji nêzî 50 welatî nêzî hezarî aktîvîst tê da ye, dê li peravên Behra Spî belemên ji Îtalya û Yûnanistanê tevlî xwe bike û dê ber bi Xezeyê biçe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.