Ji Fîloya Sumudê ya Kurewî 11 belemên din jî ji Tûnisê ber bi Xezeyê bi rê ketin

Tunis
Birêketina belemên Fîloya Sumudê ya Kurewî ya ku ji bo têkşikandina dorpêça Îsraîlê û birina alîkariya mirovî berê xwe daye Xezeyê, berdewam e.
Ji Fîloya Sumudê ya Kurewî 11 belemên din jî îro ber bi Xezeyê bi rê ketin.
Ji Konvoya Mexrîb Sumudê 4 belem, ji Bendera Sîdî Bûseîdê ya Tûnisê 2 belem, ji Bendera Gammartê û Bendera Bînzertê ji her yekî belemek ber bi Xezeyê bi rê ketin.
Her wiha 7 belemên din ên ji Îspanyayê tevlî fîloyê bûn jî ji Bendera Bînzertê ya li bakurê Tûnisê ber bi Xezeyê bi rê ketin.
Di parvekirina li ser hesabê medyaya civakî yê Konvoya Mexrîb Sumudê da hat diyarkirin ku di nava rojê da birêketina belemên fîloyê ya ber bi Xezeyê dê bidome.
Fîloya ku Tirk jî di nav da ji nêzî 50 welatî nêzî hezarî aktîvîst tê da ye, dê li peravên Behra Spî belemên ji Îtalya û Yûnanistanê tevlî xwe bike û dê ber bi Xezeyê biçe.