Dinya

Ji Fîloya Sumudê ya Kurewî 10 belemên din jî ji Tûnisê ber bi Xezeyê bi rê ketin

10 belemên din jî yên ku ji Îspanyayê hatin û beşdarî Fîloya Sumudê ya Kurewî ya li Tûnisê bûn, îro ber bi Xezeyê bi rê ketin.

Mehmet Akif Turan  | 15.09.2025 - Rojanekırın : 15.09.2025
Ji Fîloya Sumudê ya Kurewî 10 belemên din jî ji Tûnisê ber bi Xezeyê bi rê ketin

Tunis

Belemên Fîloya Sumudê ya Kurewî ya ku ji bo têkşikandina dorpêça Îsraîlê û birina alîkariya mirovî berê xwe daye Xezeyê, bi rê dikevin.

Ji Konvoya Mexrîb Sumudê 2 belem û her wiha belemeke di 31ê Tebaxê da ji Îspanyayê hat, serê sibehê zû ji Bendera Gammartê ya paytext Tûnisê ber bi Xezeyê bi rê ketin.

Her wiha 7 belemên din ên ji Îspanyayê tevlî fîloyê bûn jî ji Bendera Bînzertê ya li bakurê Tûnisê ber bi Xezeyê bi rê ketin.

Li gorî agahiya ji beşdarên fîloyê hat wergirtin, di nava rojê da birêketina belememan a ber bi Xezeyê dê bidome.

Fîloya ku Tirk jî di nav da ji nêzî 50 welatî nêzî hezarî aktîvîst tê da ye, dê li peravên Behra Spî belemên ji Îtalya û Yûnanistanê tevlî xwe bike û dê ber bi Xezeyê biçe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın