09 Nîsan 2016•Rojanekirin: 09 Nîsan 2016
PARÎS
Wezareta Karên Derve yê Fransayê nûçeyên dibêjin ku dê li Parîsê nûnertiya YPGya şaxa Sûriyê ya PKKya rêxistina terorê bê vekirin, derewand.
Romaîn Nadalê Berdevkê Wezareta Karên Derve daxuyaniyeke nivîskî da û der heqê nûçeyên dibêjin ku rêxistin dê li Wahsîngton û Parîsê nûnertî veke de got ku "Hewce nake ku em nûnertiyekî kurdan a li Fransayê nas bikin. Mixatabê me Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ye."
YPG meha sibatê li Moskowayê nûnertî vekiribû û hefteya borî jî li Praga paytextê Komara Çekan nûnertî vekiribû. Salih Muslimê serokê rêxistinê jî hefteya borî daxuyaniyek dabû û gotibû ku armanca wan ew e ku li Fransayê nûnertiyek vekin.