Dinya

Ji enqaza xaniyeke ku li Xezeyê du sal berê hatibû bombekirin cenazeyê 25 Filistîniyan hat derxistin

Ramzi Mahmud, Ali Semerci  | 26.12.2025 - Rojanekırın : 26.12.2025
Ji enqaza xaniyeke ku li Xezeyê du sal berê hatibû bombekirin cenazeyê 25 Filistîniyan hat derxistin

Gazze

 Li Xeta Xezeyê ji enqazê xaniyeke ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên du sal berê da xira bibû rojnamevanek jî di nav da cenazeyê 25 Filistîniyan hat derxistin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Parastina Sivîlan a li Xezeyê der barê xebatên ku li enqaza xaniyeke li Xan Yûnisa li başûrê Xeta Xezeyê tên kirin da agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ekîbên parastina sivîlan bi hevkariya ekîbên tibê edlî li Es-Satr el-Xerbiya herêma Xan Yûnisê di enqaza xaniyê malbata "El-Astal"ê da dixebite.

Hat ragihandin ku ji enqazê rojnamevan Hîba el-Abadîl û dayika wê jî di nav da cenazeyê 25 kesan hat derxistin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın