Dinya

Ji Ebadî û Sadr daxuyaniya îtifaqê

Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî û Serokê Tevgera Sadr Muqdeta Es Sadr daxuyandin wan ji bo hikûmeta nû li hev kiriye.

Türkan Tosun  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 24.06.2018
Ji Ebadî û Sadr daxuyaniya îtifaqê

Baghdad

NECEF 

Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî û Serokê Tevgera Sadr Muqdeta Es Sadr ê ku di hilbijartinên giştî de herî zêde ray hildabû daxuyandin ku ji bo hikûmeta nû wan li hev kiriye.

Herdu serokan li bajarê Necefê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan û gotin ji bo avakirina hikûmeta nû wan îtifaq kiriye.

Serokê Şiî Sadr got ji bo hikûmeta nû wî hin xalên girîng ji Ebadî re gotine û ew xal wiha rêz kirin; divê têkoşîna dijî gendeliyê bê kirin, artêş bê xurtkirin, li hember hikûmetê mudaxele neyê kirin, hikûmeteke teknokratan ya ji ser mezheban re bê avakirin.

Sadr berê jî daxuyandibû ku wî bi Koalîsyona Fetihê ya ku serokê wê Hadî el-Amirî ye û Haşdî Şebî jî di nav de ye re îtifaq kiriye.

Di hilbijartinên 12ê gulanê de Koalîsyona Saîrun ya girêdayî Sadr li meclica 329 sandalye hene 54 sandalye bi dest xistibû.

Koalîsyona Fetihê bi 47 sandalyeyan va bûbû duyemîn, koalîsyona Serokwezîr Heyder El Ebadî jî 43 sandalye bi dest xistibû û bûbû sêyemîn.

Li Iraqê ji ber îdiayên di hilbijartinê de hîle hatiye kirin meclisê biryar dabû ku ray cardin bi destan bên jimartin, rayên hêzên ewlehiyê (pêşmergeyan) yên li Herêma Kurdistanê û rayên li herêmên hilbijêrên dervayî welêt û penaber lê hene bên betalkirin.

Li ser vê Serokomariyê, Komîsertiya Bilind a Hilbijartinê ya Xweser a Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistan ya ku serokê wê Mesûd Barzanî ye serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabûn da ku ev biryar bên betalkirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.