Dinya

Ji Demokratên Amerîkayî serîlêdana rakirina qedexeya sergirtina di Kongreyê da

Ilhan Omera ku bi eslê xwe ji Somaliyê ye û wekî endama Meclisa Nûneran hat hilbijartin, ji ber ku sergirtî ye, endamên Demokrat serîlêdan kirin ku qanûna ku di Kongreyê da sergirtinê qedexe dike were rakirin

Önder Beyter  | 20.11.2018 - Rojanekırın : 21.11.2018
Ji Demokratên Amerîkayî serîlêdana rakirina qedexeya sergirtina di Kongreyê da

Washington DC

WASHINGTON

Ilhan Omera ku bi eslê xwe ji Somaliyê ye û di hilbijartinên navberê da wekî endama Meclisa Nûneran hat hilbijartin, ji ber ku sergirtî ye, endamên Demokrat serîlêdan kirin ku qanûna ku di Kongreyê da sergirtinê qedexe dike were rakirin.

Endamên demokrat xwestin ku qanûna 181 salî ku qedexeyê dide ser endamên meclisê ku bi şewqe, şalpe, şal û şaşik ku serî dinixumîne bikevin meclisê, were rakirin.

Ilhan Omera ku sergirtî ye û di hilbijartinên navberê da ji eyaleta Minnesotayê wekî endama Meclisa Nûneran hat hilbijartin, li gorî qanûna di rewacê da jê ra qedexe ye ku têkeve meclisê û biavie. Hat ragihandin ku serîlêdan ji ber vê qasê hat kirin.

Omerê jî ji ser medyaya civakî ra li ser mijarê daxuyanî da û destnîşan kir ku ew yek biryara wê bi xwe ye ku serê xwe bigire ku madeya yekemîn a destûra Amerîkayê jî vê mafê diparêze û wiha got, "Ev qedexe dê nebe ew qedexeya dawîn ku ez ê ji bo rakirina wê têbikoşim."

Di serîlêdana rakirina qedexeyê da hat diyarkirin, ew yek mafekî destûrî ye ku azadiya dînî ya endam û xebatkarên Meclisê hebe û herwiha bikaribin peywir û wecîbeyên dînî bînin cih û di vê çarçoveyê da qanûna navborî berevajiyê vê madeyê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.