Dinya

Ji dayika ku li Almanyayê keça wê ji hêla PKKyê hat revandin bo keça xwe bangewaziya "vegere malê"

Önder Beyter  | 01.07.2020 - Rojanekırın : 02.07.2020
Ji dayika ku li Almanyayê keça wê ji hêla PKKyê hat revandin bo keça xwe bangewaziya "vegere malê"

Berlin

Maide Tya dayika Nilufer Tya ku li Almanyayê ji hêla rêxistina terorê PKKyê hat revandin bangî keça xwe kir ku vegere malê.

Maide Tyê çalakiya xwe ya li ber avahiya Serokwezîriyê ya di dema birêvaçûna Lijneya Wezîran a bi serokatiya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê da vê hefteyê jî domand.

Maide Tya ku bi girîn daxuyanî da rojnamegeran, diyar kir ku ew hewil dide hestên xwe veşêre, lêbelê êdî ew nikare carinan vê yekê bike.

Maide Tyê wiha got, "Lewra êşa di dilê min da zêde ye. Ez ji ber aqûbeta keça xwe pir li ber xwe dikevim. Ez nizanim ka keça min çi dike, di çi rewşê da ye. Xewa min nayê, nefesa ez hildidim jî ji min ra dibe mîne jehrê. Ez nikarim hestên xwe bînim ziman. Kes nizane ka eşa dilê min çiqas mezin e."

Dayikê diyar kir ku ew hêvî dike ku dengê wê dê biçe keça wê û wiha dewam kir, "Dê wê yekê bifikire ka diya wê çiqas bêriyê kiriye, çiqas wê difikire û çiqas di meraqa wê da ye û keça min dê vegera mala xwe."

Maide Tyê diyar kir ku wê ji keça xwe nûçeyeke nû wernegirt û wiha got, "Înterpol ket dewrê û vê yekê ewlekariya Alman aciz kir. Min duh xeber da ku Înterpol ket dewrê. Mêrik nişkêva veciniqî, tund bertek nîşan da. 'Keça te reşîd e, nexwe Înterpol çima dikeve dewrê?' pirs kir. Berteka wan ez gelekî xemgîn kirim. Şûna ku bi Înterpolê ra bixebitin, ji wê yekê aciz in ku Înterpol ket dewrê."

Maide T. û xwepêşandêrên kombûyî pankarta "Ez tika dikim alîkariya min bikin ku keça xwe ji PKKyê rizgar bikim" vekir û tîşortên ku wêneya Nilufer Tyê û nivîsa "Ji hêla PKKyê hat revandin" li ser li xwe kirin.

Maîde T. ji 12ê Mijdara 2019an vir va ji keça xwe ku ji malê derket û got, "Ez diçim dibistanê", xeberê nastîne.

Dayika dilşewat ku 4 meh e çalakiyên xwe didomîne, berî niha li ber komeleya nêzîkî PKKyê ya bi navê Navenda Kurdistaniyên li Berlînê, li Deriyê Brandenburgê ku li navenda bajêr e û li ber Meclisa Federal çalakî kiribû û xwestibû ku keça wê ji destê rêxistina terorê were xilaskirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın