Dinya

Ji cîwarbûyiyên Îsraîlî li parêzgeha Quneytrayê ya Sûriyeyê teşebusa xesbkirina axê

Eşref Musa  | 20.08.2025 - Rojanekırın : 20.08.2025
Ji cîwarbûyiyên Îsraîlî li parêzgeha Quneytrayê ya Sûriyeyê teşebusa xesbkirina axê

Damascus

 Komek ciwanên cîwarbûyiyên Îsraîlî yên xaka Filistînê dagir kirine, ji Girên Golanê yên dagirkirî ji sînor derbas bûn û li parêzgeha Quneytrayê ya li xeta bêpevçûnê hewl dan ku xîmê cîwarbûneke nû daynin.

Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin da komeke cîwarbûyiyên Îsraîlî yên xaka Filistînê dagir kirine ji Girên Golanê yên dagirkirî ji sînor derbas bûn û gihîştin gundê Beyr Ecemê yê li başûrê Quneytrayê.

Di dîmenan da qalibên darîn xuyan kirin ku Îsraîliyên dagirker bi xwe ra anîn û beton berdanê. Di dîmeneke din da jî îfadeya "Golan'akî Newe" cih girt ku navê cîwarbûna nû ye ku plan dikin li ser xaka Sûriyeyê ava bikin.

Îsraîl piştî rûxîna rejima Beasê, êrîşan dibe ser gelek parêzgehên Sûriyeyê. Her wiha Îsraîl di eynî wextî da li başûrê welêt li parêzgeha Quneytrayê di hundirê xeta bêpevçûnê û li dervayî wê, baregeh û rêbendên eskerî ava dike û dewriyeyan digerîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın