Li gor agahiya ku berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) da, heyeta muxalefeta Sûriyeyê û heyeta rejîmê vê sibê bi rêya Nûnerê Taybet yê Yekîtiya Sûriyeyê ya Ereban û Neteweyên Yekbûyî (NY) El Exdar El Îbrahîmî cardin hatin bal hev.
Her du heyet di roja hevdîtinê ya ewil de bi rêya nûnerê NYê axivîn. Hat diyarkirin ku di civîna îro de li ser Xûmûsa ku ji aliyê rejîmê ve hatiye dorpêçkirin sekinîne ku ji Xûmûsê re alîkariya mirovahî bê şandin.
Dibêjin hevdîtina ku her du heyetan dawiya hefteyê kirin "muzakere" nîne, "îstişare" ye. Di îstişareyan de pêşiyê li ser alîkariyên mirovahî û tevdîran disekinin. Armanca heyetan ew e ku duşemê derbasî muzakereyan bibin.