ÎSTANBUL
Hezkir û mereqdarên kitêban rojên yekşem û pêncşemê li Fatîhê ji bo "mezada kitêban" a sahafekî tên bal hev û ji bo sitendina kitêbên ku çapa wan tunene yan jî nayên dîtin dikevin reqabetê.
Dylemî Sahaf li Fatîhê di bodrûma avahiyekê da xizmetê dike û rojên yekşem û pêncşemê jî li vir mezada kitêban tê kirin.
Mezada ku di hefteyê da du rojan tê kirin, ji nav bajêr û derveyî bajêr eleqeyeke mezin dibîne. Berhevkar û koleksiyoner kitêban tînin û di mezadê da difiroşin. Wêneyên kitêbên ku derkevin mezadê 2 roj berê di rûpela Facebookê da tên weşandin. Bi vî awayî yên li derveyî bajêr jî ji kitêbên ku wê derkevin mezadê haydar dibin. Mezad di saet 18.00an da dest pê dike û heta ku kitêb bên nîşandan dewam dike. Carna heta nîvê şevê jî mezad dewam dike.
Bihayên kitêban bi destê Hiseyîn Palewiyê xwediyê Dylemî Sahafê va tê eşkerekirin. Palewî li gor sala çapa kitêbê, kevinbûn û nûbûna kitêbê û orjînaliyê bihayê datîne ser kitêban. Heger di rûpelên kitêban da kêmasî hebe, zirar dîtibe û cild kêm be di mezadê da dibêjin "kitêb kevn e, zirar dîtiye û hwd." Yên ku tên mezadê dikarin kitêban di ber çavên xwe da derbas bikin. Bihayê kitêban carna bi lîreyek, carna bi 5 lîreyê dest pê dike û hey tê zêdekirin. Heta Palewî nebêje "min firot" firotin dewam dike.
Xwendekar, hîndekar, lêkolîner û yên karê sahafê dikin eleqeyeke mezin nîşanî mezadê didin. Yên ku li ser înternetê kitêban difiroşin jî tên mezadê.
Di teklîfê da herî zêde kitêbên kevin û yên ku çapa wan tunene û çapa ewil in eleqeyê dibînin û biha wan zêde dibe. Çapa ewil a kitêba Tevfîk Fîkret a bi navê "Tembûra Şikestî/Rubab-i Şikeste" ku di sala 1900î da hatiye weşandin, bi 110 lîreyî hat firotin, çapa ewil a kitêba Ahmet Arîf a bi navê "Min Ji Hesreta Te Qeyd Rizandin" bi 75 lîreyî hat firotin.
Ji xeynî kitêban kovarên populer û hejmarên berê jî di mezadê da tên firotin. Piştî mezadê ji ser bihayê kitêban ji sedî 15ê komisyonê didin yên ku mezadê çêdikin.
Ramazan Serhatê ku her gav tê mezadê destnîşan kir ku her hefte herî kêm 6 kitêban distînim û got kitêbên populer jî li vir bi erzanî distînim.