Ji bo rêberê dînî yê Îranê Xameney li Tehranê 3 rojan merasima cinazeyê dê bê lidarxistin
Istanbul
Hat ragihandin ku ji bo rêberê dînî yê Îranê Elî Xameneyê di êrîşa Amerîka-Îsraîlê da hat kuştin, li paytext Tehranê 3 rojan merasima cinazeyê dê bê lidarxistin.
Li gorî IRNAya ajansa fermî ya Îranê, Muhsîn Mehmûdiyê Serokê Konseya Teblîxa Îslamî der heqê mijarê da agahî da.
Mehmûdî wiha got, "Ji bo xatirxwastina bi rêberê welêt Xameney ra îşev li Mizgefta Îmam Xûmeynî merasim dê bê lidarxistin."
Peywirdarê Îranî diyar kir ku çalakiya navborî dê 3 rojan bidome.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Bahreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
Heyva Sor a Îranê ragihand ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da 787 kes hatin kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
