Ji bo rayedar û zanyarên ku di êrîşên Îsraîlê da canê xwe ji dest dan li Tehranê merasima cenazeyê hat lidarxistin

Tahran
Ji bo 60 kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên 13 hezîranê da canê xwe ji dest dan ku di nava wan da Sererkanê Îranê Tumgeneral Muhemed Baqirî û rayedarên din ên eskerî yên ast bilind, zanyarên nukleerê û sivîl hebûn, li Tehranê merasima cenazeyê hat lidarxistin.
Merasima ku destê sibehê li komelgeha Zanîngeha Tehranê bi nimêjA cenazeyan destpê kir, Serokomar Mesûd Pezeşkiyan û gelek rayedarên din ên ast bilind beşdarî tê da kirin.
Yên ku li qada merasimê civiyan alayên Îranê û alayên reş ên sembola şînê bilind kirin, dua hatin kirin û lawij hatin xwendin.
Car bi car jî li dijî DYA û Îsraîlê diruşm hatin xwendin.
Hat dîtin ku Serokê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî û Serşêwirmendê Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xameneyî yê berê Elî Şemxanî, Fermandarê Hêza Qudsê Tumgeneral Îsmaîl Qaanî jî beşdarî merasimê bûne.
Hatibû îdiakirin Şemxanî di êrîşên 13ê hezîranê da birîndar bûye û paşê canê xwe ji dest daye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.