Ji bo qurbaniyên Komkujiya Srebrenitsayê "Meşa Aştiyê" dest pê kir

Sarajevo
Li Srebrenitsayê ku dikeve aliyê rojhilatê Bosna Hersekê di sala 1995an da sivîlên Boşnak yên ku xwestibûn ji komkujiyê bifilitin ber bi bajarê Tuzlayê bi rê ketibûn û îsal jî bi vê minasebetê li ser vê rêya nav daristanê "Meşa Aştiyê" tê kirin, bi hezaran kes beşdar bûn.
Di komkujiyê da herî kêm 8 hezar û 372 sivîlên Boşnak hatibûn kuştin ku îsal jî di çorçoveya biranîna 30emîn salvegera komkujiyê da "Meşa Aştiyê" ya 21emîn hat lidarxistin. Nêzî 6 hezarî meriv beşdarî meşa ber bi bajaroka Nezukê va bûn.
Komkujî di meha tîrmehê ya sala 1995an da hatibû kirin, ji ber vê yekê ev rê wekî "rêya mirinê" tê binavkirin. Meşa wê li vê rêya di nav daristanê da bê kirin wê 3 rojan dewam bike, beşdar wê rojane nêzî 35 kîlometre bimeşin, di 10 Tîrmehê da bigihên Goristana Bîrdarî ya Potoçariyê û meş wê li vir bi dawî bibe.
Di nav beşdarên meşê da kesên wê demê di vê rêya da meşiyan û ji komkujiyê xilasbûn jî hene.
- Îsal wê 7 qurban bên definkirin
Di 30emîn salvegera komkujiya Srebrenitsayê da, di 11ê Tîrmehê da, 7 qurbaniyên komkujiyê yên ku nasnameya wan hat tespîtkirin û ji malbata wan destûr hat hildan wê li vê goristana bên definkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.