Ji bo pêkanîna agirbesta di navbera Pakistan û Efxanistanê da MÎTê roleke aktîf lîst

Ankara
Ji bo pêkhatina agirbesta di navbera Pakistan û Efxanistanê da Îbrahîm Kalinê Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) bi telîmata Serokomar Recep Tayyip Erdogan beşdariya hevdîtinan kir ku di van hevdîtinan da di navbera Pakistan û Efxanistanê da diyalog pêk hat.
Li gorî agahiya ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, bi piştgiriya Tirkiye û Qeterê li Dohaya paytextê Qeterê ji ber pevçûnên ku di navbera Pakistan û Efxanistanê da derketin, hevdîtin hatin kirin.
Di van hevdîtinan da yên ku Kalinê Serokê MÎTê bi telîmata Serokomar Erdogan beşdar bû, di navbera Pakistan û Efxanistanê da diyalog hat pêkanîn.
Di hevdîtinên agirbestê da yên ku peywirdarên payebilind ên ji Efxanistan û Pakistanê hatin vexwendin, serokên servîsa îstixbaratê û wezîrên parastinê yên herdu welatan amade bûn.
"Dirêjkirina agirbesta heyî û çareserkirina pevçûnên sînorî yên van dawiyan" madeyên sereke yên rojeva hevdîtinên agirbestê bûn.
- Hûrgiliyên agirbestê dê li Stenbolê bên gotûbêjkirin
Ji bo edilandin û piştrastkirina domdariya agirbestê dê civînên şopandinê bên kirin.
Her wiha biryar hat dayîn ku civîna yekem a komîteya dê li ser hûrgiliyên agirbestê raweste li Stenbolê bê kirin.
Di civînê da gavên demdirêj ên ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêkên wekî teror, koç û ewlehiya sînorî yên di navbera herdu welatan da dê bên gotûbêjkirin.