Ji bo nexweş û dergûşên ku di Nexweşxaneya Şifayê da mane, rayedar bi NYê ra diaxivin

Gazze
Midûrê Nexweşxaneya Şifayê ya li Xezeyê Mihemed Ebû Silmiyye diyar kir, artêşa Îsraîlê nexweşxane vala kir û ji bo nexweşên mayî û 30 dergûşên premature ew bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ra diaxivin.
Ebû Silmiyye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, artêşa Îsraîlê ji bo ku nexweş, birîndar, kesên ji cî û warên xwe bûne û personelên tenduristiyê ji nexweşxaneyê derkevin, saetek dem da û valakirina nexweşxaneyê dest pê kir.
Silmiyye diyar kir ku di nexweşxaneyê da 5 personelên tenduristiyê û nêzî 120 kesên ku ji lingên xwe birîndar bûbûn, hatin emeliyetkirin û nikarin bimeşin û 30 dergûşên premature man, ji bo derxistina van jî bi rayedarên NYê û Xaça Sor ra têkilî hat danîn.