Ji bo li Xeta Xezeyê pêşî li ber qirbûna merivan bê girtin, heftane pêdivî bi 500 hezar çewal ar heye

Istanbul
Xeta Xezeyê di binê dorpêça Îsraîlê da ye û bi mehan e Îsraîl nahêle alîkariya însanî herê. Ji bo ku li Xezeyê pêşî li ber qirbûna komî ya nifûsê were girtin, heftane pêdivî bi 500 hezar çewal ar heye.
Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Xezeyê hat dayîn, ne rast e ku çapemenî dibêje ablûqeya Îsraîlê ya li ser herêmê şikestiye û alîkariya însanî gihîştiye Xeta Xezeyê.
Ji ber ku artêşa Îsraîlê 145 roj e hemû deriyên sînor girtine, li Xeta Xezeyê xela rabûye û Îsraîl hê jî nahêle ku alîkariya însanî û xwarina dergûşan derbasî herêmê bibe.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, ji ber ku li herêmê xela rabûye, meriv ji birçîna dimirin û jimara kesên ku heta niha ji birçîna mirine, derketiye 115an û wiha hat gotin, "Hema bêje li Xezeyê xida, av û derman qet nemaye. Ji bo ku li Xeta Xezeyê pêşî li ber qirbûna komî ya nifûsê were girtin, heftane pêdivî bi 500 hezar çewal ar heye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.