Dinya

Ji bo ku Filistîn tam bibe endamê NYê di KENYê da dengdayîn wê were kirin

Şerife Çetin  | 17.04.2024 - Rojanekırın : 17.04.2024
Ji bo ku Filistîn tam bibe endamê NYê di KENYê da dengdayîn wê were kirin

New York

 Di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da (KENY) seba ku Filistîn tam bibe endamê NYê, dengdayîn wê were kirin.

Nûnertiya Daîmî ya NYê ya Filistînê, li ser hesabê xwe yê Xê peyam weşand û ragihand ku li ser navê Koma Ereban Cezayîrê pêşnûmaya biryarê amade kir.

Di metna pêşnûmaya biryarê da wiha tê gotin, "Ji Lijneya Giştî ya NYê ra tê pêşniyazkirin ku endamtiya tam a Filistînê were qebûlkirin."

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, tê payîn ku pêşnûma di 18ê Nîsanê da li KENYê di civîna Filistînê ya di asta wezîran da were pesendkirin.

Li gor nîşaneya elametê rêvebiriya Amerîkayê wê endamtiyê veto bike.

Ji bo ku biryar were qebûlkirin divê 5 endamên daîmî rayeya xwe ya vetoyê bi kar neynin û pêşnûma 9 dengên "erê" hilde. KENY ji 15 endaman pêk tê.

Heke ji konseyê biryareke erênî derkeve, mijarê sewqî Lijneya Giştî ya NYê dikin. Ji bo ku di Lijneya Giştî ya NYê da jî were pesendkirin, divê ji 3 parên dengan 2 par dengên erê bidin. 193 endamên Lijneya Giştî ya NYê hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.