Dinya, Koronavîrus

Ji bo ku aşiya AstraZeneca û Zanîngeha Oxfordê li YEyê were bikaranîn serîlêdan hat kirin

Önder Beyter  | 12.01.2021 - Rojanekırın : 12.01.2021
Ji bo ku aşiya AstraZeneca û Zanîngeha Oxfordê li YEyê were bikaranîn serîlêdan hat kirin

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Ji bo aşiya ku ji hêla AstraZeneca û Zanîngeha Oxfordê li dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat hilberîn li Yekîtiya Ewropayê (YE) were bikaranîn li Ajansa Derman a Ewropayê (EMA) serîlêdana pesendkirina bazara bişert hat kirin.

Verastkarê derman ê YEyê EMAyê ragihand ku ji bo wan serîlêdan hat kirin û nirxandina li ser aşiyê dibe ku bi awayekî bilez were kirin û encama wê 29ê rêbendanê bê eşkerekirin.

EMAyê bi daneyên di dest da bi mehan bû pêvajoya pêşnirxandina aşiyê didomand. Hat diyarkirin, lewma jî dibe ku biryara pêşniyazê ya der heqê aşiyê da di maweyeke kin a wekî du hefteyan da derkeve.

Heger ji EMAyê ji bo aşiya AstraZenecayê biryara pêşniyazê derkeve, ev dê bibe aşiya 3yemîn ku li YEyê destûr tê dayîn ku were bikaranîn.

YEyê bikaranîna aşiyên BioNTech-Pfizer û her wiha Modernaya Amerîkan pesend kiribûn.

Li Îngiltereyê ji bo bikaranîna giştî ya aşiya Oxford-AstraZenecayê di 30ê Berfanbara 2020î da biryar derketibû. Li Îngiltereyê doza ewil a aşiyê di 4ê rêbendanê da hatibû kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.