Ji bo kesên ku der barê geşedanên li Sûriyeyê da parvekirinên provokatîf kirin, lêpirsîn dan destpêkirin
Ankara
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç der barê geşedanên li Sûriyeyê da got, "Di vê pêvajoya hesas da, bi taybetî li ser mecrayên medyaya civakî fealiyetên dezenformasyonê tên kirin û bi van fealiyetan armanc ew e ku gel tehrîkî rik û dijmintiyê bikin. Ji bo van parvekirinên provokatîf Serdozgeriyên me yên Komarê lêpirsînên resen dan destpêkirin."
Wezîr Tunç li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û diyar kir ku ew bi hemû saziyên têkildar ên dewletê ra geşedanên li Sûriyeyê ji nêz va dişopînin. Tunç wiha got:
"Di vê pêvajoya hesas da, bi taybetî li ser mecrayên medyaya civakî fealiyetên dezenformasyonê tên kirin û bi van fealiyetan armanc ew e ku gel tehrîkî rik û dijmintiyê bikin. Ji bo van parvekirinên provokatîf Serdozgeriyên me yên Komarê lêpirsînên resen dan destpêkirin. Naverokên ku sûc teşkîl dikin, astengkirina wan di serî da hemû tevdîrên darazê û teknîkî wê bi biryardarî werin sepandin. Li ser mecrayên medyaya civakî tu carî destûr wê neyê dayîn ku agahiyên qirêj werin belakirin, dezenformasyon were kirin, hizûra civaka me were xerabkirin û teşebisên ku dibin sedema kaosê werin kirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
