Ji bo fermandarên Îranî yên ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da hatin kuştin li Tehranê merasima cinazeyê hat lidarxistin
İran
Bi deh hezaran kes ji bo fermandarên Îranî yên ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da hatin kuştin, li Meydana Înqilabê ya Tehrana paytextê Îranê civiyan da ku beşdarî merasima cinazeyê bibin.
Ji bo fermandarên Îranî yên ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da hatin kuştin merasima cinazeyê hat lidarxistin.
Merasim li Meydana Înqilabê çêbû.
Cinazeyê Ebdurrehîm Mûsewiyê Sererkanê berê, yê Mihemed Pakpurê Fermandarê Muhafizên Şoreşê yê berê, yê Elî Şemxaniyê Sekreterê Giştî yê Konseya Parastinê ya Îranê yê berê, yê Ezîz Nasirzadeyê Wezîrê Parastinê yê Îranê yê berê û yê Tumgeneral Mihemed Şîraziyê Sekreterê Giştî yê Ofîsa Serokê Îranê yê berê Elî Xameney ku di êrîşan da hatin kuştin anîn meydanê.
Ji bilî cinazeyên fermandaran, cinazeyên zarokên ku di êrîşan da hatine kuştin jî anîn Meydana Înqilabê.
Gel bi çavên hêsir û rondikan va merasim temaşe kir, li dijî Amerîka, Îsraîl û Îngiltereyê dirûşme hatin berzkirin û ew li gel konvoya cinazeyan meşiyan.
Hêzên ewlehiyê yên Îranê tevdîrên berfireh dîtin, şebekeyên telefonê û înternet jî hat birîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
