Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hejmara kuştiyan derket 61 hezar û 258an
Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da yek jê zarok, 4 kesên din jî ji birçîna mirin

Istanbul
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 100 kes zêde bûn û derket 61 hezar û 258an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê di 24 saetên dawîn da 100 Filistînî hatin kuştin û hezar û 603 kes jî birîndar bûn.
Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta di 19ê Rêbendanê da hatibû çêkirin, betal kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 9 hezar û 752yan, jimara birîndaran jî derket 40 hezar û 4an.
Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 61 hezar û 258, jimara birîndaran jî derket 152 hezar û 45an.
Ji 27ê Gulanê vir va li herêmên belavkirina alîkariya însanî ku qaşo di bin navê Îsraîl û Amerîkayê da hatine avakirin, ji ber êrîşên dijî Filistîniyên li benda alîkariyê ne, hejmara kuştiyan derket hezar û 706an û ya birîndaran jî derket 12 hezar û 30yî.
Li Xezeyê hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin 7 kes zêde bûn û jê 96 zarok gihîşt 197an.
Tê gotin ku hê bi hezaran cinaze di bin kavilan da ne.
- Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye, di 24 saetên dawîn da yek jê zarok, 4 kesên din jî ji birçîna mirin
Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê bi xelayê ra rû bi rû ye, di 24 saetên dawîn da yek jê zarok 4 Filistiniyên din jî ji birçîna mirin, hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin gihîşt 197an.Midûrê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Munîr el-Burş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê der heqê kesên li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirin da, agahî dan.
Burş anî ziman ku li Xezeyê mirina ji ber biçîbûnê dewam dike û daxuyand ku di 24 saetên dawîn da yek jê zarok, 4 Filistiniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin.
Burş got li Xezeyê hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin jê 96 zarok, gihîşt 197an. Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.