Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hejmara kuştiyan derket 60 hezar û 430yî

Istanbul
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 98 kes zêde bûn û derket 60 hezar û 430yî.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê di 24 saetên dawîn da 98 Filistînî hatin kuştin û hezar û 79 kes jî birîndar bûn.
Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta di 19ê Rêbendanê da hatibû çêkirin, betal kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 9 hezar û 246an, jimara birîndaran jî derket 36 hezar û 681ê.
Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 60 hezar û 430yî, jimara birîndaran jî derket 148 hezar û 722yan.
Ji 27ê Gulanê vir va li herêmên belavkirina alîkariya însanî ku qaşo di bin navê Îsraîl û Amerîkayê da hatine avakirin, ji ber êrîşên dijî Filistîniyên li benda alîkariyê ne, hejmara kuştiyan derket hezar û 422yan û ya birîndaran jî derket 10 hezar û 67an.
Tê gotin ku hê bi hezaran cinaze di bin kavilan da ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.