Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hejmara kuştiyan derket 60 hezar û 332yan

Gazze
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 83 kes zêde bûn û derket 60 hezar û 332yan.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê di 24 saetên dawîn da 83 Filistînî hatin kuştin û 554 kes jî birîndar bûn.
Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta di 19ê Rêbendanê da hatibû çêkirin, betal kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 9 hezar û 163yan, jimara birîndaran jî derket 35 hezar û 602yan.
Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 60 hezar û 332yan, jimara birîndaran jî derket 147 hezar û 643yan.
Ji 27ê Gulanê vir va li herêmên belavkirina alîkariya însanî ku qaşo di bin navê Îsraîl û Amerîkayê da hatine avakirin, ji ber êrîşên dijî Filistîniyên li benda alîkariyê ne, 53 kesên din jî hatin kuştin û hejmara kuştiyan derket hezar û 383yan û ya birîndaran jî derket 9 hezar û 218an.
Tê gotin ku hê bi hezaran cinaze di bin kavilan da ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.