Dinya

Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê zarok jî di navê da 34 Filistînî hatin kuştin

Muhammed Emin Canik  | 16.07.2025 - Rojanekırın : 16.07.2025
Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê zarok jî di navê da 34 Filistînî hatin kuştin wêne : /AA

Istanbul

Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê ku serê sibehê dijî herêmên curbecur yên Xeta Xezeyê li dar xist, zarok jî di navê da 13 Filistînî hatin kuştin.

Li gor agahiyên çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan, artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên Xeta Xezeyê êrîşî mal û çadirên Filistîniyan û kesên ji cî û warê xwe bûne û li benda alîkariyê ne, kir.

Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê ku serê sibehê dijî herêmên curbecur yên Xeta Xezeyê li dar xist, zarok jî di navê da 13 Filistînî hatin kuştin.

Ji ber êrîşan gelek kes jî birîndar bûn.

 - Ji ber midaxeleya Îsraîlê ya dijî kesên li benda alîkariyê bûn 15 jê fetisîn, 21 Filistînî mirin

Li başûrê Xeta Xezeyê li navenda alîkariyê ya di gotina Amerîka-Îsraîlê da ye, Filistînî ji bo alîkariyê civiyan, lê artêşa Îsraîlê bi xazê midaxeleyî wan kir û di îzdihamê da 15 jê fetisîn, 21 kes mirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li Xan Yûnisa li başûrê Xezeyê dijî Filistîniyên li benda alîkariyê ne qetlîameke nû kir.

Hat diyarkirin ku li navenda alîkariyê ya di gotina Amerîka-Îsraîlê da ye Filistînî ji bo alîkariyê civiyan, lê artêşa Îsraîlê bi xazê midaxeleyî wan kir û di îzdihamê da 15 jê fetisîn, 21 kes mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın