Dinya

Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 104 zêde bû û derket 60 hezar û 138an

Mahmut Geldi  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 31.07.2025
Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 104 zêde bû û derket 60 hezar û 138an

Istanbul

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê didomin, hejmara kesên ku hatin kuştin di 24 saetên dawîn da 104 zêde bû û derket 60 hezar û 138an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn, hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 104 kuştî û 399 birîndar bo nexweşxaneyên li Xezeyê hatin veguhestin.

Dîsa hat balkişandin ku ji 18ê Adarê û vir va ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên piştî têkbirina agirbesta 19ê Rêbendanê, 8 hezar û 970 Filistînî hatin kuştin û 34 hezar û 228 Filistînî jî birîndar bûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê didomin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 60 hezar û 138an, ya birîndaran jî derket 146 hezar û 269an.

Tê destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê di bin kavilan da hê bi hezaran cinaze hene.

Her wiha hat diyarkirin, li Xeta Xezeyê di 24 saetên dawîn da 7 Filistîniyên din jî birçîna mirin û hejmara kesên birçîna mirin 89 jê zarok derket 154an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın