Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê 38 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Ji serê sibehê da ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê 38 Filistînî hatin kuştin.
Li gor agahiyên çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan, artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê êrîşî mal û çadirên Filistîniyan û kesên ji cî û warê xwe bûne û li benda alîkariyê ne, kir.
Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê ku ji serê sibehê da dijî herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê li dar xist, 38 Filistînî hatin kuştin.
Li gor agahiyan ji ber êrîşan gelek kes jî birîndar bûn.