Dinya

Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xeta Xezeyê 24 Filistînî hatin kuştin

Ramzi Mahmud, Ömer Erdem  | 26.09.2025 - Rojanekırın : 26.09.2025
Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xeta Xezeyê 24 Filistînî hatin kuştin

Gazze

 Ji serê sibehê da ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê kesên li benda alîkariya însanî bûn jî di navê da 24 Filistînî hatin kuştin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan hatin hildan, artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên Xeta Xezeyê êrîşên xwe yên dijî malên sivîlan û Filistîniyên li benda alîkariya însanî ne û ji cî û warê xwe bûne, didomîne.

Li gor agahiyan ji serê sibehê da ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê kesên li benda alîkariya însanî bûn jî di navê da 24 Filistînî hatin kuştin.

Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên Xeta Xezeyê gelek kes jî birîndar bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın