Dinya

Ji ber êrîşên Îsraîlê li Libnanê di mehekê da 1268 kes hatin kuştin, zêdetirî milyonek kes derbeder bûn

- Ji 2yê Adarê û vir va paytext Beyrût di serî da Îsraîl êrîşên xwe yên dijî herêmên cuda yên Libnanê didomîne û hedefa wê ew e ku başûrê Libnanê têxe ber dagiriyê

Ethem Emre Özcan, Muhammed Emin Canik  | 01.04.2026 - Rojanekırın : 01.04.2026
Ji ber êrîşên Îsraîlê li Libnanê di mehekê da 1268 kes hatin kuştin, zêdetirî milyonek kes derbeder bûn

Beyrut

ETHEM EMRE OZCAN/MUHAMMED EMÎN CANÎK - Êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Libnanê yên ku di 2yê Adarê da dest pê kirin, meheke xwe temam kir. Ji ber êrîşan herî kêm 1268 kes hatin kuştin û li gorî amarên fermî, zêdetirî milyonek kes jî ji cih û warên xwe hatin derxistin.

Rageşiya ku li herêmê ji ber êrîşên hevbeş ên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê zêdetir bû, di kurtedemekê da pekiya Libnanê jî. Ji 2yê Adarê û vir va paytext Beyrût di serî da Îsraîl êrîşên xwe yên dijî herêmên cuda yên Libnanê didomîne.

Artêşa Îsraîlê bi taybetî bêtir li dijî bajarokên li başûrê Libnanê û her wiha herêma Dahiyeyê ya Beyrûtê êrîşan pêk tîne.

Li gorî daneyên duh ên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ji 2yê Adarê û vir va di êrîşên Îsraîlê da herî kêm 1268 kes hatin kuştin û 3 hezar û 570 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ji kuştiyan 125 jê zarok, 88 jê jin, 52 jê xebatkarên tenduristiyê û 4 jê jî rojnameger in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın