Ji ber êrîşên dawîn yên Îsraîlê li Xezeyê herî kêm 25 Filistînî hatin kuştin

Istanbul
Ji serê sibehê da ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dawîn li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê herî kêm 25 Filistînî hatin kuştin.
Îsraîl li Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî êrîşên xwe yên dijî sivîlan didomîne.
Li gor nûçeya WAFAya ajansa nûçeyan ya fermî ya Filistînê, artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê êrîşî mal û çadirên Filistîniyan û kesên ji cî û warê xwe bûne û li benda alîkariyê ne, kir.
Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê ku ji serê sibehê da dijî herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê li dar xist, herî kêm 25 Filistînî hatin kuştin.
Li gor agahiyan ji ber êrîşan gelek kes jî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.