Ji ber êrîşên bersivdayinê yên Îranê li bakurê Îsraîlê 59 kes birîndar bûn
Quds
Di êrîşên bersivdayinê yên Îranê yên li dijî bakurê Îsraîlê da 59 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya servîsa alîkariya lezgîn Stêrka Sor a Dawidî da hat destnîşankirin ku di êrîşa nû ya mûşekî ya Îranê da 58ê wan bi sivikî 59 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku li bajarokê Zarzirê yê li bakurê Îsraîlê, parçeyekî şerapnêlan li jineke 35 salî ket û bi awayekî navendî birîndar bûye.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku li asîmanê bakurê Îsraîlê dengê teqînan hatiye bihîstin, li wir piştî êrîşên mûşekî yên ji Îranê dengê sîrenan hatiye.
Her wiha medyaya Îsraîlê ragihand ku di encama bersivdayîna Îranê da hinek xaniyan zirar dîtiye.
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku 2 êrîşên mûşekî yên dijwar ji Îranê ber bi bakurê welêt va di navbera nîv saetê da hatine kirin û ji gel xwest ku xwe bispêrin stargehan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
