Dinya

Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê hejmara kuştiyan derket 65 hezar û 502yan

Muhammed Emin Canik  | 25.09.2025 - Rojanekırın : 25.09.2025
Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê hejmara kuştiyan derket 65 hezar û 502yan Mohammed Nassar

Istanbul

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xeta Xezeyê da di 24 saetên dawî da 83 Filistînî hatin kuştin, hejmara kuştiyan gihişt 65 hezar û 502yan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn, hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 83 kuştî û 216 birîndar bo nexweşxaneyên li Xezeyê hatin veguhestin.

Dîsa hat balkişandin ku ji 18ê Adarê û vir va ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên piştî têkbirina agirbesta 19ê Rêbendanê, 12 hezar û 939 Filistînî hatin kuştin û 55 hezar û 335 Filistînî jî birîndar bûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê didomin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 65 hezar û 502yan, ya birîndaran jî derket 167 hezar û 376an.

Tê destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê di bin kavilan da hê bi hezaran cinaze hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın