Dinya

Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê 37 Filistînî hatin kuştin

Hamdi Yıldız, Ramzi Mahmud  | 04.07.2025 - Rojanekırın : 04.07.2025
Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê 37 Filistînî hatin kuştin

Istanbul

 Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê ku ji serê sibehê va dijî Xeta Xezeyê didomin, 15 jê kesên li benda alîkariyê bûn, 37 Filistînî hatin kuştin.

Li Xeta Xezeyê êrîşên artêşa Îsraîlê didomin. Artêşa Îsraîlê êrîşî Filistiniyên ji cî û warên xwe bûne û li benda alîkariyê ne, dike.

Li gor agahiyên çavkaniyên tenduristiyê û şahidan, ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê ku ji serê sibehê va dijî Xeta Xezeyê didomin, 15 jê kesên li benda alîkariyê bûn, 37 Filistînî hatin kuştin.

Li gor agahiyan ji ber êrîşan gelek kes jî birîndar bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın