Dinya

Ji ber teqîna mayînên ku ji hêla YPGya rêxistina terorê va li Helebê hatine bicîkirin, 5 kes hatin kuştin

Ahmed Khalifa, Mahmut Geldi, Çağrı Koşak  | 28.01.2026 - Rojanekırın : 28.01.2026
Ji ber teqîna mayînên ku ji hêla YPGya rêxistina terorê va li Helebê hatine bicîkirin, 5 kes hatin kuştin

Istanbul

 Li Sûriyeyê YPGya rêxistina terorê agirbestê binpê dike û li gundewarên Eynulereba navçeya Helebê mayînan bi cî dike ku ji ber teqîna wan 5 kes hatin kuştin û dorpêçiya rêxistinê ya li ser hin gundan jî dewam dike.

Midûriyeta Herêma Helebê ya Wezareta Enformasyonê ya Sûriyeyê li ser Telegramê daxuyand ku dorpêçiya YPGya rêxistina terorê ya li ser çend gundên derdora Eynulereba (Kobanê) navçeya Helebê dewam dike.

Hat gotin YPG rê li ber gihîştina alîkariya mirovî ya ji bo van gundan digire û ji ber teqîna mayînên ku tevî agirbestê ji hêla YPGê va li deverên gundewarî hatine bicîkirin, 5 sivîl hatin kuştin.

Hat destnîşankirin ku YPG li ser rêyan mayînan bi cî dike ku gel neçe herêmên di bin kontrola hikûmetê da ne û ev jî dibe sedem ku jiyana bi hezaran Sûriyeyiyên li herêmê bikeve talûkeyê.

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku YPGyê gundên Cade, Qube û Til Ehmerê bi rojane dorpêç kiriye, çekdarên HSD û PKKyê bi tivingên makîne û nîşangeran va welatiyên li gundên Harus, Kîk Dede û Nasroyê hedef digirin.

Hat gotin li van herêmên ku hatine dorpêçkirin ji 50 hezarî zêdetir kes asê mane, ji bo ku xwarin û pêdiviyên wan ên sereke bên peydakirin hewleke mezin tê dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın