Ji ber teqîna mayînê ya ku ji hêla YPGya rêxistina terorê va li rojhilatê Helebê hatiye bicîkirin kesek hat kuştin
Istanbul
Li Sûriyeyê YPGya rêxistina terorê agirbest binpê kir û li rojhilatê Helebê mayîn bi cî kir û ji ber teqîna wê kesek hat kuştin.
Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Sûriyeyê El Îxbariyeyê, bûyer li nêzîkî gundê Hecî Huseyîn a nêzîkî Bendava Tişrînê ya li rojhilatê Helebê çêbû.
Ji ber mayîna ku ji hêla YPGya rêxistina terorê va hatiye bicîkirin kesek hat kuştin.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê daxuyandibû agirbesta ku bi YPGya rêxistina terorê ra hatiye pêk anîn, ji 24ê Çileya Paşîn saet 23.00î pê va ji bo 15 rojan hatiye dirêjkirin.
Wezaretê daxuyandibû ku ji ber ku Amerîka girtiyên DEAŞî ji girtîgehên ku di bin kontrola YPGyê da ne vediguhêzîne Iraqê, dema agirbestê hatiye dirêjkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
