Ji ber ku CNN û New York Timesê gotin êrîşa li dijî Îranê negihişt meqseda xwe, Trump bertekî nîşanî wan da

New York
Ji ber ku CNN û New York Timesê gotin êrîşa DYAyê ya li dijî tesîsên nukleer ên Îranê, bi temamî qebareya hilberîna çeka nukleer a li Îranê, asteng nekir, Serokê DYAyê Donal Trump ew bi "derewîniyê" sûcdar kirin.
Trump di parvekirina xwe ya li ser hesabê Truth Socialê bertek nîşanî nûçeyên li ser medyaya DYAyê da ku digotin, "êrîşên li dijî tesîsên Îranê, gelekî bandor li tesîsên nukleerê nekir, tenê xebatên wan çend mehan li paş xist".
Serokê DYAyê got, "Qenala derewan CNN digel New York Times a neserkeftî, gihîştin hevdu da ku yek ji serkeftîtirîn êrîşa serkeftî ya di dîrokî da, bê bandor nîşan bidin."
Trump endamên çalak ên medyaya yên DYAyê bi "çêkirina nûçeyên derew" sûcdar kir û got, "Tesîsa nukleerê ya li Îranê bi temamî hat îmhekirin. Him NY Times him jî CNN ji aliyê gel va bi bêwijdaniyê tên rexnekirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.