Ji ber Kovîd-19ê li Brezilyayê hezar û 473 û li Meksikayê 816 kesên din jî mirin
Ankara
Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Brezilyayê hezar û 473 û li Meksikayê 816 kesên din jî mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Brezilyayê ji ber Kovîd-19ê hezar û 473 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 34 hezar û 21ê.
Li gor agahiyan 30 hezar û 925 nexweşên teze hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 614 hezar û 941ê.
- Li Meksikayê 816 kes mirin
Li gor agahiyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksikayê ji ber Kovîd-19ê 816 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 12 hezar û 545an.
Hat diyarkirin 4 hezar û 442 nexweşên teze hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 105 hezar û 680yî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.