Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di nav rojekê da li Brezîlya, Meksîka û Hindistanê 2 hezar û 398 kes mirin

Abdullah Tel  | 11.07.2020 - Rojanekırın : 11.07.2020
Ji ber Kovîd-19ê di nav rojekê da li Brezîlya, Meksîka û Hindistanê 2 hezar û 398 kes mirin

Buenos Aires

 Ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) di nav 24 saetan da li Brezîlyayê 1214, li Meksîkayê 665 û li Hindistanê jî 519 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 1214 kesan va hejmara kesên li seranserê welêt ji ber şewbê mirin gihîşt 70 hezar û 398an û hejmara pêketiyên Kovîd-19ê jî 45 hezar û 48 zêde bû û gihîşt milyonek û 800 hezar û 827an.

Hejmara kesên ku bi şewbê ketibûn û jê xilas bûn jî bû milyonek û 78 hezar û 763.

Nifusa Brezîlyayê ji 211 milyonî zêdetire û piştî Amerîkayê di nav welatên ku şewba Kovîd-19ê lê zêde belav bû da di rêza duyemîn da ye.

Li gor malpera înternetê ya "Worldometer" a ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike Brezîlya di nav welatên dinyayê da welatê duyemînê ku herî zêde şewb lê heye.

- Li Meksîkayê hejmara miriyan gihîşt 34 hezar û 191î

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê hejmara miriyan 665 zêde bû û derket 33 hezar û 191î.

Hejmara weqiayan jî bi zêdebûna 6 hezar û 891î kesî va gihîşt 289 hezar û 174an.

Li welêt heta niha 177 hezar û 97 kesên bi wan ra şewba Kovîd-19ê hatibû tespîtkirin ji nexweşiyê filitîn û baş bûn.

- Hejmara miriyên li Hindistanê jî gihîşt 22 hezar û 123an

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di nav 24 saetên dawîn da li çar aliyê welêt 519 kes mirin û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê jî gihîşt 22 hezar û 123an

Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê jî di 24 saetên dawîn da 27 hezar û 114 zêde bû û gihîşt 820 hezar û 916an.

Li welêt heta niha 515 hezar û 386 kesên bi wan ra Kovîd-19 hatibû tespîtkirin ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor malpera Worldometerê li seranserê dinyayê di nav welatên ku pêketiyên Kovîd-19ê lê herî zêde ne da Hindistan di rêza sêyemîn da ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.