Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistan, Brezîlya û Meksîkayê 2223 kes mirin

Abdullah Tel  | 26.09.2020 - Rojanekırın : 26.09.2020
Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistan, Brezîlya û Meksîkayê 2223 kes mirin

Ankara

 Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1089, li Brezîlyayê 729 û li Meksîkayê jî 405 kes mirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1089 kesan va hejmara miriyan derket 93 hezar û 379 kesan.

Li çar aliyê Hindistanê di rojekê da 85 hezar û 362 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 903 hezar û 932an. Ji serê meha îlonê vir va hejmara pêketiyan roj bi roj zêdetir dibe.

Heta niha 4 milyon û 849 hezar û 584 kes jî ji Kovîd-19ê xilas bûn û bi ser xwe da hatin.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê duyemîn e ku lê herî zêde pêketî hene.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di rojekê da ji ber Kovîd-19ê 729 kes mirin û hejmara miriyan derket 140 hezar û 537 kesan.

Hejmara pêketiyan 31 hezar û 911 kes zêde bû û derket 4 milyon û 689 hezar û 613an.

Li gor agahiyan hejmara kesên ji vîrusê filitîn û baş bûn jî gihîşt 4 milyon û 992 hezar û 886an.

Hejmara kesên ji Kovîd-19ê xilas bûn jî gihîşt 4 milyon û 40 hezar û 949an.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî wek navenda şewbê ye.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 405 kesan va hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 75 hezar û 844an.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 5 hezar û 401 kes zêde bû û derket 720 hezar û 858an.

Li welêt heta niha 518 hezar û 204 kesên bi nexweşiyê ketibûn jî baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın