Dinya

Ji ber gulebarana eskerên Îsraîlê 5 Filîstînî birîndar bûn

Hêzên Îsraîlê midaxeleyî kesên kuştina Şirîn Ebû Aqîleya nûçegihana Al Jazeerayê protesto dikirin kir û 6 Filîstînî jî binçav kirin

Mehmet Nuri Uçar  | 12.05.2022 - Rojanekırın : 12.05.2022
Ji ber gulebarana eskerên Îsraîlê 5 Filîstînî birîndar bûn

Quds

Li bajaroka Beyt Hanînaya Qudsa Rojhilat a dagirkirî di navbera Filîstîniyên kuştina Şirîn Ebû Aqîleya nûçegihana Al Jazeerayê protesto dikirin û hêzên Îsraîlê da xirecir derket û 5 kes birîndar bûn, 6 Filîstînî jî hatin binçavkirin.

Di navbera Filîstîniyên ku li bajaroka Beyt Hanînayê bi destê eskerên Îsraîlê kuştina Ebû Aqîleya nûçehina bi tecrube a televîzyona Al Jazeerayê protesto dikirin û hêzên Îsraîlê da xirecir derket.

Di daxuyaniya Heyva Sor a Filîstînê da hat gotin ku "Ekîbên me li Beyt Hanînaya li Qudsa dagirkirî midaxeleyî 5 kesên ku ji ber pevçûna bi hêzên Îsraîlê ra birîndar bibûn kir."

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku yek ji birîndaran ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê û yek ji birîndaran jî peywirdarekî tenduristiyê ye ku midaxaleya ewil li birîndaran dikir.

Li gor agahiyên şahidan ragihand hêzên Îsraîlê di dema protestoyan da 6 Filîstînî binçav kirin.

Şirîn Ebû Aqîleya nûçegihana sehayê ya bi tecrube ya televîzyona Al jazeeeraya ku navenda wê Qeter e vê sibê dema ku li Kampa Penaberan a Cenînê ya li Şerîaya Rojava ya dagirkirî raserê dişopand bi gulebarana eskerên Îsraîlê ji serê xwe xedar birîndar bibû.

Eskerên Îsraîlê digel ku peywira xwe dikin û li serê êlega pola ya li serê "çapemenî" dinivîse hebû bi guleyên rasteqîn lê xistibûn û Ebû Aqîle jiyana xwe ji dest dabû.

Rojnamevan Elî es-Sumudiyê ku li ba Ebû Aqîleyê bû jî ji pişta xwe birîndar bibû. Hatibû ragihandin ku rewşa Sumudiyê rakirin nexweşxaneyê stabîl e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.