Dinya

Ji ber birçîbûna ku Îsraîl li ser Xeta Xezeyê ferz dike zarokekî din canê xwe ji dest da

Ramzi Mahmud, Esat Fırat  | 02.08.2025 - Rojanekırın : 02.08.2025
Ji ber birçîbûna ku Îsraîl li ser Xeta Xezeyê ferz dike zarokekî din canê xwe ji dest da

Gazze

 Di encama polîtîkaya sîstemetaîk a birçîbûnê ku Îsraîl li ser Xeta Xezeyê ferz dike zarokekî 17 salî yê Filistînî bi navê Atif Ebû Xatir canê xwe ji dest da.

Ji ber êrîşên dawîn yên Îsraîlê li Xezeyê 12 Filistînî hatin kuştin

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên tendirustiyê hat sitandin, Atifê ku bi qasî 25 kîlo gram bû ji ber kêmiya xwarinê û birçîbûna dijwar, li Nexweşxaneya Navneteweyî ya Hiluyê ya li bajarê Xezeyê canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li bajarê Xezeyê jî daxuyandibû ku di 24 saetan da bi 3 mirinên din, hejmara kesên ku di encama polîtîkaya birçîhiştinê ya Îsraîlê ya ji 7ê cotmeha 2023yan va disepînê da, canê xwe ji dest dan, 92 jê zarok, gihîşt 162yan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın