Dinya

Ji ber bersivdayîna Îranê li gelek bajarên Îsraîlê sîrenan lê da

- Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku li gor tesbîtên ewil li hawirdora Tel Avîvê ji ber fuzeya pir serî li hin cihan xisar çêbû

Burak Dağ  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 18.03.2026
Ji ber bersivdayîna Îranê li gelek bajarên Îsraîlê sîrenan lê da

Tel Aviv

Piştî hat ragihandin ku ji Îranê êrîşa bi fuzeyê ya nû dest pê kir di serî da Tel Avîv li gelek bajaran sîrenan lê da.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku pergalên parastina asîmanî hewl didin ku pêşî li fuzeyên ku ji Îranê hatin berdan bigirin.

Televîzyona Qenal 12 ya ku li Îsraîlê weşanê dike ragihand ku parçeyên şerapnelê ya ku dema pêşîlêgirtina fuzeyan derketin ketin herêmên Gush Dan, Ramat Gan û Petah Tîkvayê li aliyê navîn ê welêt.

Hat ragihandin ku ev bersivdayîn ya 4emîn e ku Îranê ji sibehê va dike û hat ragihandin ku ji ber fuzeya pirserî hin wesayît û xaniyan xisar dît.

Di daxuyaniya serwêsa alîkariya acîl a Îsraîlê Stêrka Dewûd a Sor da hat ragihandin ku di bersivdayîna dawîn a Îranê da li gor tesbîtên ewil tiştek bi kesî nehatiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın