Dinya

Ji ber berfa li bakurê Sûriyeyê dibare sivîlên li kampan dijîn tengasiyê dikişînin

Ömer Koparan, Ethem Emre Özcan  | 21.01.2022 - Rojanekırın : 24.01.2022
Ji ber berfa li bakurê Sûriyeyê dibare sivîlên li kampan dijîn tengasiyê dikişînin

Azez

Sivîlên li kampên li bakurê Sûriyeyê dijîn ligel sermayê û û tunebûnê hewl didin birînên xwe bipêçin.

Berfa 2 roj berê li herêmên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê dest bi barînê kir li herêmên bilind gihîşt 40 santêmî.

Ji ber berfê hin rê hatin girtin, navenda navçeyan û kamp çîl û sipî bûn.

Gelek kamp di tesîra barîna berfê da man û bi dehan kon tep bûn.

Zarokan têra dilê xwe lîst û sivîlên konên wan tep bûn jî hewl dan pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Sivîl dibêjin ku amûrên hewcedariyê û ardûyê wan tune û li benda alîkariyê ne.

Nûçegihanên AAyê dîmenên sivîlên li kampan tengasiyê dikişînin kişandin.

Îbrahîm Xelîlê li kampeke Ezazê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber berfê konê wan di ser wan da tep bû.

Xelîl wiha axivî: "Konê me ji hev da ket. Em mecbûrî derbasî cem malbatên din bûn. Li vê derê hema bêje 10 kon wekî ya me tep bûn.

Şemse Dahira 60 salî kelogirî qala rewşa xwe kir û got ji Hemayê koçî Ezazê kirin.

Dahirê wiha xeberda: "Bi şev ji ber barîna berfê tirsiyam ku konê di ser meda were xwarê, xew neket çavê min. Konê me tep bû. Ez bi 3 zarokên xwe ra di vê sermayê da li derva mam. Ne ardûyê me heye ku dadim ne jî sitargehek heye ku em têkevinê. Ez jî nizanim ku çi bikim. Dixwazim ku alîkarî bigihêje me."

Fatima Îbrahîma 65 salî jî qala rewşa xwe kir û wiha pê da çû: "Berf barî, konê me zirar dît. Betanî û xalîçeyên me yên di kon da şil bûn. Rehma Xwedê ye, her alî çîl û sipî bû, kaw bû lê hewa sar e. Ardûyê me tune."

Betul Ehmeda 12 salî jî got zarok têra dilê xwe dilîzin û wiha axivî: "Em bi berfê dilîzin û kêfxweş dibin. Dema li gundê xwe bûn bi barîna berfê em gelekî kêfxweş dibûn lewra dema me serma bikira mala me hebû em diçûn me xwe germ dikir. Niha em di konan da radizên, hewa zehf sar e û kon di ser me da tên xwarê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın