Dinya

Ji ber barana gur li Xeta Xezeyê kon di nav avê da man

Hosni Nedim, Safiye Karabacak  | 25.11.2025 - Rojanekırın : 25.11.2025
Ji ber barana gur li Xeta Xezeyê kon di nav avê da man

Gazze

 Li Xeta Xezeyê konên ku Filistîniyên ji ber êrîşên Îsraîlê mecbûr man malên xwe biterikînin xwe sipartinê piştî barana gur car din di nav avê da man.

Li herêma El-Mewasiya Xan Yûnisa dikeve başûrê Xeta Xezeyê bi dehan konên Filistîniyan di nav avê da man.

Hin kon ber ava baranê ketin û xira bûn, hin jê jî ji ber bayê gur li hev zivirin.

- Barana gur bandorî Nexweşxaneya Sehrayê ya Kuweytê jî kir

Hat ragihandin ku ava baranê ketiye Nexweşxaneya Sahrayê ya Kuweytê ya li Xan Yûnisê.

Di platformên çapemeniya civakî da dîmenên der barê xebatên paqijkirina nexweşxaneyê hatin parvekirin.

- "Îsraîlê pergala texliyekirina ava baranê tehrîb kir"

Saîb Lakanê Berdevkê Şaredariya Xan Yûnisê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Ji ber ku Îsraîlê piraniya şebekeyên rê, av û qenalîzasyonê û pergala texliyekirina ava baranê tehrîb kir rewşa li bajêr gelekî xirab e."

Berdevkê Şaredariyê behs kir li Xan Yûnisê kesên ji cihên wan hatin kirin û niştecihên herêmê jî di nav da 900 hezar kes hene û ev mirov mecbûr dimînin ku bi bandorên şert û mercên hewayê ra jî têbikoşin."

- "Dîmeneke tarî û trajîk"

Lakan da zanîn ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên biqasî 2 salan berdewam kir da 220 hezar metro xeta rê hat tehrîbkirin, ev jî teqabûlî ji sedî 90ê binesaziyê dike û destnîşan kir ku ji ber kêmasiya çavkaniyan û bêderfetiyan ekîbên şaredariyê tengasiyê dikşînin.

Lakan qal kir ku ekîbên rewşa acîl ên şaredariya Xan Yûnisê bi taybetî ji bo xilaskirina Filistîniyên li konan dijîn bi derfetên kevnare xebatên xwe didomînin û rewşa li Xan Yûnisê wekî "dîmeneke tarî û trajîk" bi nav kir.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın